1. Vê sibehê ez û hevalekî rûniştibûn û me suhbet dikir. Ji min pirsî ku ez ji kur im, min got: erxeniya amedê. Keniya û domand "lehengek dîrokî heye, Elîkê betê jê re dibêjin. Serhildêr û serkêşek yeman e. Dibêjin ev li xarpêtê dîl û girtiye û ji girtîgehê direve. Li gel lehengiya wî reva wî ya ji girtîgehê û xelata ku ji bo dîtina wî jî belav bûye. Tê digihêje nêzî erxenî û gelek birçî dibe. Ji şivanekî re dibêje 'şivano heyrano, ez gelek birçî bûme ka pariyek nan bide min.' Şivan dipirse 'hevalo ev çi hale çi hewal e?', elîk dibêje 'ez fîrar û qaçaxê dewletê me.' Û çawa navê elîkê betê dikeve kerika gohê şivan dibêje 'ezê yekser biçim giliyê te ji qereqolê re bikim.' Elîkê reben paşila xwe bi zorê xilas dike û xwe digihîne licê. Licêyî vedişêrin, nan didinê, xwedî dikin heta digihêje welatê xwe ." Miradê kinê vîdyoyê veke |
|
04.11.2020 00:45 |
rizgarm
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |